• Tuesday, 17 February 2026
logo

Dizeyî: Tê payîn hêzên YPG û PKK ji Başûr vekişin

Gulan Media April 30, 2015 Nûçe
Dizeyî: Tê payîn hêzên YPG û PKK ji Başûr vekişin
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand, Pêşmerge êdî bi tenê dikare şerê DAIŞê bike ji ber wê jî eger ji gerîlayên PKK û YPGê bê xwestin ji Başûr vekişin dê vekişin.

Hemû pêşmergeyên ku ji bo piştevaniya şervanên YPGê çûbûn Kobanî, duh vegeriyan Başûrê Kurdistanê.

Li ser rola Pêşmerge di rizgarkirina herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê de, Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî ji Rûdawê re got, şandina Pêşmerge bo Kobanî biryareke dîrokî bû û Pêşmerge bi serbilindî çû serbilindtir jî vegeriya.

Sefîn Dizeyî anî ziman ku dema Pêşmerge çû Kobanî tenê %15-20 bajêr di destê şervanên kurd de mabû ji ber wê jî rola Pêşmerge di rizgarkirina Kobanî de pir girîng bû.

Dizeyî li ser mayîn yan jî vekişîna hêzên PKK û YPGê yên li Başûr di şerê DAIŞê de alîkariya Pêşmerge dikin jî diyar kir ku Pêşmerge êdî dikare bi tenê şerê DAIŞê bike ji ber wê jî eger ji wan bê xwestin vekişin dê vê yekê pêk bînin.

Berdevkê Hikûmetê got ku hêzên PKK û YPG rastiya Herêma Kurdistanê dizanin û wiha axivî: “Helbet em spasiya wan dikin. Ew jî şert û mercên Kurdistanê dizanin û eger ji wan were xwestin vekişin dê qebûl bikin.”

Rudaw
Top