• Tuesday, 17 February 2026
logo

Neçîrvan Barzanî: Amerîka û Îran pêşeng bûn

Gulan Media April 29, 2015 Nûçe
Neçîrvan Barzanî: Amerîka û Îran pêşeng bûn

Serokwezîrê Kurdistanê dibêje Amerîka û Îran pêşengên wan welatan bûn ku hevkariya hêzên pêşmerge kirin.

Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekî de li gel beşî Farsî ya dengê Amerîkayê eşkere kir ku Amerîka û Îran du welatên pêşeng bûn ku di şerê dijî DIŞIê de hevkariya hêzên pêşmerge kirine.

Serokwezîrê Kurdistanê herwiha eşkere kir ku di destpêka êrîşên asmanî yên bo ser cêyên terorîstên DIŞIê Amerîka roleke sereke lîst û bi vê rengî hevkariyeke mezin pêşkêşî hêzên pêşmerge kir û ew yek jî cêyê spasiyê ye.

Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku niha li Hewlêrê odeya hemahengiya hêzên pêşmerge û hêzên hevpeymanan hatiye damezrandin û bi berdewamî civînên xwe lidar dixe.

Barzanî eşkere kir ku bernameya êrîşên asmanî bo ser cêyên DIŞIê li vê odeyê de tê danîn.

Derbarê moralên hêzên pêşmerge de jî Barzanî eşkere kir ku moralên hêzên pêşmerge gelek baş û bihêzin û niha hêzên pêşmerge bo şerê li dijî terorîstên DIŞIê di amadebaşiyê dene.
Top