Kongres dixwaze çekan rasterast bide Pêşmergeyan
Biryare îro, 29ê Nîsanê, Kongres a Amerîka gotûbêjên li ser wê proje yasayê destpê bike û piştire têxe dengdan de. Kongress a Amerîka dibîne ku bi mebesta parastin û ragirtina hevsengiyê li Iraqê pêwîst e girîngiya bêhtir bi kurd û sineyan bê dayîn.
Rojnameya NewYork Times di raportekê de behsa wê yekê jî dike ku, ew yasa rê bo wê yekê xweş dike ku Amerîka bi awayekî rasterast piştgiriya kurdan bike.
Li gor proje yasaya Kongress ê, dê Amerîka ji qasê alîkaiyên xwe yên leşkerî bi Iraqê (ku 715 milyon dolar e) dê ji sedî 25ê wê bi awayekî rasterast pêşkêşî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên sineyên Iraqê bike.
Proje yasa ji aliyê Komîteya Bergiriyê li Kongres a Amerîka ve hatiye amadekirin.
Herwiha di proje yasayê de amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku, eger Bexda pêbendî wê proje yasayê nebe, dê Amerîka di heyama 3 mehan de alîkariyên xwe yên li leşkerî bi wan ragire. Dê ji sedî 60î wan alîkariyên ku berê pêşkêşê dikirin, bide Pêşmergeyan û hêzên sine.
Heta niha Amerîka razî nebûye ku bi awayekî rasterast alîkariyên leşkerî ji çek û teqemeniyan pêşkêşî Herêma Kurdistanê bike, ji ber ku li gor yasayên wî welatî, nabe ku Washington alîkariyan pêşkêşî neteweyekî yan herêmekê bike ku hîn nebûbe dewlet.
Berî niha jî çendîn car Herêma Kurdistanê daxwaz ji Amerîka kiribû ku bi awayekî rasterast alîkariyên leşkerî pêşkêşî Pêşmergeyên Kurdsiatnê bike, ji ber ku Bexda rêjeyeke gelek kêm ji pişka Kurdistanê ji wan alîkariyan dişîne.
Basnews
