Pêşmerge tenê wek hêzên piştevaniyê beşdar dibin
Tê texmînkirin ku êrişa bejayî bo derxistina çekdarên DAIŞê ji Mûsilê bikeve meha Hezîrana bê û Pêşmerge tenê wek hêzên piştevaniyê beşdar dibin û derbasî bajarê Mûsilê nabin.
Beriya heşt mehan, di 09.06.2014 de bajarê Mûsilê bêyî berevaniyeke zêde ji hêla artêşa Iraqê, ket destê çekdarên DAIŞê ku ji hêla rojava ve derbasî Mûsilê bûn.
Pisporekî leşkerî di şîroveya xwe bo şerê çaverêkirî yê girtina Mûsilê de, texmîn dike ku şer dora 10 mehan bidome ji ber mezinbûna bajêr û egera derketina şerê kolan bi kolan ku demeke zêde dixwaze.
Pisporê leşkerî general Mesûd Salih pêşbînî dike ku şerê Mûsilê yek ji şerê herî dijwar dijî terorê li Iraqê be piştî sala 2003.
General Mesûd Salih ku mamosteyê akademya eskerî li Zaxo ye, sedemê dirêjbûna şer bi xalên lawaz ên artêşa Iraqê ve girêdide û dibêje ku, piştî 2003 artêşa Iraqê tenê li ser parastina sînoran hatiye perwerdekirin, lê li ser şerê nav bajaran û şerê kolan bi kolan nehatiye perwerdekirin.
Qonax û bereyên şerê Mûsilê
General Mesûd Salih ji Rûdawê re diyar kir ku kontrolkirina Mûsilê bi sê qonaxan dibe û got: “Niha dest bi qonaxa yekem hatiye kirin ku ji çavdêrî, komkirina zanyariyan, perwerdekirina leşkerî ya artêşa Iraqê û çekdarkirina êl û hozên Iraqê pêk tê.”
Qonaxa duyem jî wek dibêje, pêk tê ji: “Şîrovekirina zanyariyan û diyarkirina armancan û danîna nexşên leşkerî û dariştina plana şer. Piştre diyarkirina saeta sifr a êrişê û lêxistina riyên piştevaniya çekdarên DAIŞê ku ji Sûriyê, Beac û Qayîmê tên. Qonaxa sêyem jî destpêkirina êrişê ji sê bereyên rojhilat, başûr û rojavayê bajarê Mûsilê dibe.”
Rola pêşmerge
Derbarê rola hêzên pêşmerge di wê êrişê de, General Mesûd Salih dibêje: “Hêzên pêşmerge beşdarî şerê bejayî yê rizgarkirina Mûsilê nabin, lê wek hêzên piştevaniyê bi çekên giran piştevaniya artêşa Iraqê dikin. Herwiha cihên niştecîbûna kêmîneyan li Bertle, Hemdaniye û Başîkê û deverên din diparêzin.”
General Mesûd Salih yek ji wan efseran e ku piştî azadkirina Iraqê bo dewreya perwerdeya eskerî çûne Amerîkayê û serwextê hurdekariyên destpêka avakirina Wezareta Bergiriya Iraqê ye.
Derbarê wê yekê ka çima Amerîka hêzên pêşmerge wek pêwist çekdar nake û rasterast çekên xwe naşîne Herêma Kurdistanê general Mesûd Salih got: “Amerîka naxwaze balansa eskerî û balansa hêzê li Iraqê têk here. Heta niha Herêma Kurdistanê ne xwediya artêşeke yekbûyî û profesyonel e.”
Çima 30 hezar leşker pêwist in?
General Mesûd Salih diyar dike ku bo her bereyeke wî şerî 10 hezar leşker pêwist in. Ji her yek ji wan 10 hezar leşkeran, heşt hezar şerker in û du hezar jî yedek in. Ew dibêje dê şerê Mûsilê demdirêj be û dibe ku 10 mehan dom bike, tevî ku hinek fermandar berevajî wî difkirin û dibêjin ku hêzên DAIŞê li Mûsilê dê zûtir têk herin.
General Mesûd Salih texmîn dike ku hêzên şerker ên DAIŞê di navbera 8 – 12 hezar kesan de bin. Hinek kes dibêjin ku hejmara çekdarên DAIŞê li Mûsilê 30 hezar kes e. Lê General Mesûd Salih dibêje ev gotin ne rast e û DAIŞ wek propoganda vê hejmarê angaşt dike.
Şerê Mûsilê çima wê dirêj bibe?
General Mesûd Salih diyar dike ku DAIŞê li dorhêla Mûsilê dest bi kolana xendekan kiriye, herwiha xwekuj û otomobîlên bombekirî û danîna bombeyan li keviyên riyan bi awayekî berfireh tirsê dixin dilê artêşê. Şerê di nava bajaran de zehmet e, çimkî kesên svîl di nava bajaran de hene û armanc bi başî ne diyar in, lewma dê operasyona Mûsilê dirêj bike.”
General Mesûd Salih axaftina xwe wiha qedand: “Hemû texmîn nîşan didin ku di meha Hezîrana bê de, dest bi êrişa Mûsilê tê kirin û di bingeh de jî dora şeş mehan amadekariyên şerê Mûsilê pêwist in. Niha bûye du meh ku amadekarî tên kirin, ango nêzîka 4 mehan ma ku şerê rizgarkirina Mûsilê û qewitandina DAIŞê dest pê bike.”
Rudaw
