Encumena Asayişa Kurdistanê: Cîgirê Waliyê DAIŞê yê Kerkûkê hate kuştin
Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê duh sêşembe di daxuyaniyekê de ragihand:´´ êvariya îro li nzêîkî qeza Hewîce mezine terorîst Elai Sair Ehmed El´izawî naskirî bi Ebû Qasim cîgirê waliyê Kerkûkê yê rêkxitina terorîstiya DAIŞê di proseyeke sîxorî ya Birêveberatiya Giştî ya Dije-terorê de ya ser bi Encumena Asayoşa Herêma Kurdistanê ve û bi piştevaniya firokeyên cengî yên Hevpeymanan bi armanc hate girtin û hate kuştin.
Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê daye xuyakirin, ku ´´Ebû Qasim serpireştiya her du kirdarên terorîstiyên li Hewlêrê, ewa di 19/11/2014 de li berdem parêzgariya Hewlêrê û ewa di 17/4/2015 de li taxa Enkawe ya Hewlêrê kiriye.
Herwiha di evê daxuyaniyê de hatiye gotin, ku ew berpirsê DAIŞê serpireştiya çendîn kirdarên terorîstiyên din bi taybetî li bajarê Kerkûkê kiribû.
