• Tuesday, 17 February 2026
logo

HILBIJARTIN – Rapirsiya dawî

Gulan Media April 29, 2015 Nûçe
HILBIJARTIN – Rapirsiya dawî
Li gorî rapirsiya dawî ya beriya hilbijartinên 7ê Hezîranê rêjeya dengên AK Partiyê ji sedî 38.1 û HDPê jî ji sedî 11 derket.

Şirketa lêkolînê ya bi navê Gezicî encamên rapirsiya meha Nîsanê weşand.

Rapirsî di navbera 20 û 26 Nîsanê de li 7 herêmên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê 36 parêzgeh û 189 navçeya ligel 4 hezar 860 hilbijêran pêk hat.

Li gorî rapirsiyê encama rêjeya dengan ev e:

AKP: 38.1

CHP: 28.5

MHP: 18.0

HDP: 11.0

Hevgirtiya Neteweyî (SP û BBP): 4.1

Li gorî rapirsiyê dengên li ser HDPê zêde dibin ji sedê 80 ji dengên AK Partiyê kem dibin. Rêjeya hilbijêrin kurd derdora ji sedî 18-19 ye.

Di hilbijartinên 2011yê de ji sedî 50-55ê kurdan dengên xwe dabûn AK Partiyê, ji sedî 35-37an jî dabûn BDP/HDPê. Dengên li ser HDPê zêde jî dibin ji sedî 87-90 kurdên.

Li gorî encama rapirsiyê dibe ku namzedên serbixwe yê Agirî Cemal Kaya û Stenbolê Hakan Şukur bibe parlamenter.

Rudaw
Top