• Tuesday, 17 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li nûnera taybetiya sekreterê NYê kir

Gulan Media April 29, 2015 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li nûnera taybetiya sekreterê NYê kir
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja 28.04.2015ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Zeyneb Bangora nûnera taybetiya sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî (NY) bo karûbarên rêgirtin li pêşiya şideta li hember jinan li deverên kêşedar û şandeya pê re kir.

Di civînekê de Zeyneb Bangora behsa serdana xwe ya bo kampa koçber û penaberan kir û got ku, ew ji nêzîk haydarî rewşa koçberan, bi taybetî ew jinên êzidî yên ji aliyê terorîstên DAÎŞ ve rastî şidet û destdirijiya seksî bûne bû. Wê got ku, wê digel aliyên peywendîdar lêkolînên pêwîst kirin û piştevaniya xwe jî ji bo alîkarîkirin û hekarîkirina saziyên fermî û nefermî yêm herêma Kurdistanê, ji bona çareserkirina wan pirsgirêkan, bi tyabetî di warê saykolojî de alîkarîkirina jinên êzidiyên yên ji destê terorîstan rizgar bûne û vegerandina wan bo nav cavak û jiyana normal.

Nûnera sekreterê giştiyê NY rola hikûmeta herêma Kurdistanê di warê pêşwazîkirin, hewandin û alîkarîkirina koçber û penaberan de bilind nirxand.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana nûnera taybetiya sekreterê giştiyê NY bo karûbarên rêgirtin li pêşiya şideta li hember jinan li deverên kîşedar, bo herêma Kurdistanê kir û daxwaz kir ajans û rêxistinên ser bi NYê ve li ser piştevanîkirin û alîkarîkirina hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bona zêdetir hevkarîkirina qurbaniyên destê terorê bike, kir.

Barzanî tekîd li ser aktîvkirina karê wan yekîneyên taybetên nava wezareta karê navxwe, li nav kamoan û li wîlayetan ku ji bona hevkarîkirina qurbaniyên şideta li hember jinan hatine damezrandin kir daku digel rêxistinên civaka medenî û ajansên ser bi YNê ve bi hev re ji derd û êşên wan qurbaniyan kêm bikin û pirsên wan di hemû waran de çareser bikin.



Top