• Tuesday, 17 February 2026
logo

BAŞÛR- Dadrês ketin grevê û dadgeh jî hatin girtin

Gulan Media April 28, 2015 Nûçe
BAŞÛR- Dadrês ketin grevê û dadgeh jî hatin girtin
Îro tevahiya dadrêsên Başûrê Kurdistanê ketin grevê û dadgeh jî hatin girtin, berdevkê encumena dadaweriyê ya Herêma Kurdistanê jî dibêje, bêrêzî li hember heybeta dadgehê tê kirin.

Berdevkê Encumen Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê, Omêd Muhsin ji Rûdawê re ragihand: “Greva dadrêsên Herêma Kurdistanê bi biryara encumena dadweriyê û yekîtiya dadweriya Kurdistanê ye.”

Omêd Muhsin wiha got: “Dadrês li dijî sivkatî û bêrêziya ku li desthilata dadweriyê û heybeta dadgehan tê kirin, ketine girevê.”

Muhsin wiha domand: “Greva me wê berdewam bike heta ku bêrêziya li hember dadgehan bi dawî were û serokayetiya Herêma Kurdistanê jî helwesta xwe ya zilal bide.”

Di 26ê vê mehê de, malbatên Enfalkiriyên Germiyanê çalakiyeke nerazîbûnê li hember serokayetiya dadgehê li Germiyan lidar xistin û daxwaz kirin dadrês Hawjîn Hamid veger ser karê xwe û Caş û Musteşar jî bên dadgehkirin.

Duh jî, serokayeta dadgeha îstînafê ya Kerkûk-Germiyanê karên xwe heta demeke nediyar rawestandin.

Dadrês Hawjîn Hamid ku hat cezakirin û ji bajarokê Kifrî yê parêzgeha Diyalayê bo dadgeha bajarokê Amîdiyê li parêzgeha Dihokê hat veguhestin, ji alîiyê serokê dadgeha Kerkûk-Germiyanê gef lê xwaribû ku nêzîkî pirsa caşên Hikûmeta Beasê nebe.

Rudaw
Top