Îran Qendîlê topbaran dike
Navenda ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku Hêzan Îranê navçeyên Qendîlê topbaran kirin.
Di daxuyaniyekê de (HPG) ragihand ku roja 25 Nîsanê seet 8 sibehê heta 6 êvarî ji navendên leşkeriyên sînorê Îranê navçeyên Dole Koke, girê şehîd Dilbirîn û girê şehîd Ronahî topbaran kirin û hemî cûreyên çekên giran bikaranîn.
Di daxuyaniya (HPG)ê de ku malperên Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) hatiye belavkirin behsa wê yekê jî dike ku 26 Nîsanê di navbera seet 8 heta seet 09.30 êvarî firokeyên bê firokvan li ser girê şehîd Ronahî û girê Casûsiyan li Dole Koke firyan bi mebesta pişkinînê.
Basnews
