• Tuesday, 17 February 2026
logo

Berdevkê Heşd Şe`bî: Divê Pêşmerge ser bi me be

Gulan Media April 28, 2015 Nûçe
Berdevkê Heşd Şe`bî: Divê Pêşmerge ser bi me be

Berdevkê Heşd Şe`bî radighîne ku divê pêşmerge yan ser bi hêza piyade ya Îraqê bin yan jî ser bi Heşd Şe`bî bin û dibêje: ‘Ew grupa çekdarî li Şengalê hatie dirust kirin ser bi desteya me ne û fermanê ji me werdigrin.’

Di hevpeyvînekê li gel rojnameya Welatî de Ehemed Esedî, berdevkê Heşd Şe`bî got: Niha Heşd Şe`bî ser bi encûmena wezîran e.

Ehmed Esedî dibêje: Ew hêza serbazî a ku ji pêkhateya Êzîdî hatiye avakirinê ser bi mene , ku hejmara wan di navbera hezar û 1500 şerker de ye, rasterast ser bi desteya Heşd Şe`bî ne û beşekin ji Heşd Şe`bî û beşekin ji dewlet û ji aliyê Heşd Şe`bî ve fermana xwe werdigrin.

Derbarê hêzên pêşmerge de jî Esedî got: Em nikarin pêşmergeyên YNK û PDK ji hev cuda bikin û weku yek hêz em li gel wan reftar dikin, lê belê li şerên bajaroka Celewla û Se`diyê hemahengî navbera me û pêşmerge de di astekî bilind hebû, serkirdeyên weku Kosret Resul Elî û Mela Bextiyar di gel me de beşdarî kirin û 48 şehîd me dan ku nêviyê wan çekdarên mebûn.

Berdevkê Heşd Şe`bî dibêje: Heşd Şebî, hêzekî sîstematîke û nîzamiye, beşeke ji dazgehên Îraqê ne, lê belê hêza pêşmerge li jêr fermana hêza piyade ya Îraqê de nîne , belku pêşmerge hêzeke ji bo parastina herêmê ye, ji bo vê jî divê pêşmerge yan ser bi hêza piyade ya Îraqê yan jî ser bi Heşd Şe`bî bin, eve jî piştî danûstandinên navbera hikûmeta navend û Herêma Kurdistanê biryarê li ser bidin.

Xendan
Top