Parlemanterê Kurdê Êzidî: Em hewlên bo têkbirin û şêwandina nasnameya Kurdên Êzidiyan qebûl nakin
Şêx Şemo nûnerê Kurdên Êzidî li parlemana Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Merameke siyasî bo têkbirina nasnameya Kurdên Êzidî heye, ev meram her carê û bi navekê xwe derdixin. Carekê bi navê kiyan û carekê bi navê kantonê. Mixabin ev hemû planin jio bo cudakirina Kurdên Êzidî ji Kudistanê, ew aliyên jî piştevaniyê li ewan hewlan dikin, li şûna ku birînên me derman bikin, bi xwîna Kurdên Êzidî dilîzin.”
Şêx Şemo herwiha gotiye: ´´Ev mijar eşkere bûye ku merameke siyasî li pişte û ew kesên xwe wek nûnerên Êzidiyan nîşan didin û dixwazin Kurdên Êzidî cuda bikin, ew nûneratiya xwe dikin ne ya me.´´
Amajekirina nûnerê Êzidiyan di parlemana Kurdistanê de bo hewlên têkder bo cudakirina Êzidiyan ji Kurdistanê û têkdana nasnameya wan, piştî hewlên PKKê bo damezrandina Kantona Şingalê û herwiha çalakî û hewlên endamê encumena navendî ya YNKê Heyder Şeşo bo damezrandina herêmeke taybet, aleke taybet û hêzeke taybet bi Kurdên Êzidî, li derveyê çarçêwe ê desthilata hikûmeta Herêma Kurdistanê tê.
PKK û alîgirên wê demek berî niha Encumena Xwebirêveber a Şingalê weke destpêkek bo damezrandina Kantona Şingalê damezrand. Herwiha Heyder Şeşo endamê serkirdatiya YNKê jî hêzeke taybet bi navê Hêza Paratina Şingalê damezrandiye û peywendî bi hikûmeta Iraqê û milîsên Şîe yên bi navê Heşdî Şeibî kir ku maweyek pêş ji ber wê çendê ji aliyê Asayişa Duhokê ve hatibû girtin.
