Helîkopterên hevpeymana li Herîrê dadikevin
Rêveberê Nahiyeya Herîrê ya ser bi Hewlêrê ve Raber Salih di daxyaniyekê de duh, 27ê Nîsanê, ji BasNewsê re ragihand ku “3” helîkopterên hevpeymana li firokexaneya Herîrê ya leşkerî daketin ku tîmên şêwirmendî yên leşkerî di wan de bûn.
Raber Salih diyar kir ku, ew tîmên şêwirmendî bi mebesta “pişknîn û dîrasekirina” firokexaneya leşkerî ya Herîrê “hatine navçeyê.”
Navborî da zanîn jî ku, tenê ew zanyarî di dest wan de hene ku ew helîkopter bo pişkinînê li Herîrê daketine.
Rêveberê nahyeyê aşkere kir jî ku, ji ber daketina her 3 helîkopteran “rêye serekî ya Herîr-Basirme bo heyamekê hatiye girtin.”
Berî niha BasNews wek yekemîn dezgeha navxweyî û cîhanî belav kiribû ku, dê 3 firokexaneyên leşkerî li Herêma Kurdistanê werin vekirin. Wezareta Pêşmerge jî ew nûçe piştrast kiribû.
Basnews
