Firokên Hevpeymanan 23 li dijî DAIŞ`ê encam dan
Artêşa Emrîka di daxuyaniyekê de ragihand ku,firokên Hevpeymanan ya Navdewletî 4 hêrişên esmanî li dijî çekdarên terorîst yên DAIŞ`ê li nêzîkî bajarê Kobanê encamdan ku, 2 belemên DAIŞ`ê têkşikandin û 3 hêriş jî li nêzîkî bajarê Hesekê encam dane.
Li gor daxuyaniya Artêşa Emrîka firokên hevpeymanan 4 hêriş li nêzîkî bajarê Felûce li dijî bargehên DAIŞ`ê encamdan ku têde ziyanek mezin gihîşte bargeh û otombêl û tophilgiran, her weha 3 avahî û çekên giran yên DAIŞ`ê têkşikandin.
Ji aliyekî din ve, çendîn hêrişên din li nêzîkî Rumandî, Şengal, Kerkûk û Mûsil`ê li dijî bargehên DAIŞ`ê hatin encamdan.
Xendan
