Heyeteke PDKS serdana mezara Nemiran kir
Heyeteke partiya demokrata Kurd ya li Sûriyayê serdana mezara Nemiran kir.
Di çarçoveya serdana welatiyên navxweyî û biyanî de bo ser mezara Nemiran ya li devera Barzanî, duh heyeteke partiya demokrata Kurd ya li Sûriyayê (PDKS) serdana mezara Nemiran kir û ji aliyê nunerê Serok Barzanî, Xelat Barzanî ve hate pêşwazîkirin.
Piştî merasima pêşwaziyê û xwendina sûreta Fatiheyê deste gol li ser gora Nemiran hate danîn û Rûdî Dad li ser navê heyetê peyvek pêşkêş kir û balkêşande ser xebat û qurbanî dana Nemiran bo bidest xistina mafên netewî yên gelê Kurd û ew xebata han bi xebateke girîng û netewî weisf kir.
