• Tuesday, 17 February 2026
logo

Asayişa Şingalê: PKK Heşdul Şeibî ava dike

Gulan Media April 27, 2015 Nûçe
Asayişa Şingalê: PKK Heşdul Şeibî ava dike
Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi rêya Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û çend hêzên xwe yên din li Şingalê, dest bi tomarkirina navên kurdên êzîdî kiriye, da ku tevlî hêza bi navê Heşdul Şeibî ya şîeyan, bibin.

Jêderekî ji ser Çiyayê Şingalê ji Rûdawê re ragihand: “Piştî ku avakirina hêza Heşdul Şeibî li Şingalê bi rêya Heyder Şeşo ser negirt, niha PKK bi rêya YBŞê dest bi tomarkirina navên kurdên êzîdî kiriye.”

Wî jêderî wiha got: “PKK hevahengî ligel hêza Heşdul Şeibî kiriye ku mûçe û çekan ji wan werbigire û wan bikin hêzeke taybet û di bin fermana Heşdul Şeibî de kar bikin.”

Heman jêderê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin wiha domand: “Piştî ku çend civînên nihênî di navbera serkirdeyên PKK û çend fermandarên pilebilind ên Heşdul Şeibî de hatin pêkhatin, Bexda razî bû ku bi rêya sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê alîkariyê leşkerî bigihîne Şingalê û niha jî qonaxa nivîsandina navan bo avakirina wê hêzê dest pê kiriye.”

Ev ne cara yekê ye ku berpirsên Iraqê hewla avakirina hêza Heşdul Şeibî li Şingalê didin. Destpêka vê mehê, Fermandarê Hêza Parastina Şingalê Heyder Şeşo ji aliyê asayişa Herêma Kurdistanê li Dihokê hat avakirin, ji ber hêza Heşdul Şeibî li pişta wî bû û alîkariyên darayî ji wan re dişand.

Hewlên PKKê ser nagirin

Bo wergirtina agahiyên zîdetir derbarê wê yekê, Rûdaw pêwendî bi Rêveberê Asayişa Şingalê Qasim Simo re kir û wî jî ew hewla PKK piştrast kir, lê got: “Bêguman ser nakevin.”

Qasim Simo wiha domand: “Her ji destpêka bûyerên Şingalê ve, PKK bi hemû awayekî hewl dide rastiyan biguhere. Piştî ragihandina Encumena Şingalê, çend dibistan avakirin û rojane xelkê Şingalê li nava wan kom dikin û behsa îdeolojiyaya xwe ji wan re dikin.”

Navê 5 hezar kesî nivîsandine

PKK jibilî avakirina hêzeke leşkerî bi navê YBŞ, bi rêya avakirina partiya (TEVDA) bi serperiştiya Seîd Husên, Encumena Êzîdiyên Şingalê ragihand û niha hewl dide ku xelkê Şingalê bi alîiyê xwe de bikişîne.

Fermanderekî Pêşmerge li Çiyayê Şingalê, ku bi xwe kurdên êzîdî ye, wê hewla PKK wek xapandina kurdên êzîdî binav dike û dibêje: “Haya me ji wan hewlên PKK heye, ku bi rêya YBŞ û hêzên xwe yên din dest bi tomarkirina navê kurdên êzîdî kirine û ji wan re gotine emê mûçe ango meaş ji we re peyda bikin.”

Fermandarê Pêşmerge li Çiyayê Şingalê, Qasim Şeşo ji Rûdawê re ragihand: “Li gorî agahiyên me, heta niha navê 5 hezar kes nivîsandine, lê jibilî PDKê kesek din nikare cihê xwe li vir bigire. Ev hewla PKK wek hewlên din sernagire.”

Herwiha yek ji fermandarên YBŞ li Şingalê tekez kir ku haya wî jê nîne ku PKK dixwaza hêza Heşdul Şeibî li Şingalê ava bike.

Berpirsê YBŞ, Rakan Şingalî ji Rûdawê re ragihand: “Ew mijar karên berpirsên pilebilind ên PKKê ne, haya min ji wan nîne.”

Berdevkê hêza Heşdul Şeibî li Iraqê, Kerîm Nûrî ji Rûdawê re ragihand: “Şingal beşek e ji Iraqê û eger pêwîst be û xelkê wê daxwaza Heşdul Şeibî bikin, emê ji wan re ava bikin.”

Kerîm Nûrî wiha got: “Ew mijar girêdayî beşê pêwendiyan di nava Heşdul Şeibî de. Ti agahî derbarê wê di destê min de nînin.”

Rudaw
Top