• Tuesday, 17 February 2026
logo

Ermenî spasiya Kurdistanê dikin

Gulan Media April 27, 2015 Nûçe
Ermenî spasiya Kurdistanê dikin

Welatiyên Ermenî li Amerîkayê spasiya Kurdistanê dikin.

Welatiyên Ermenî û olmendên Ermenî yên li Amerîkayê di civînekî de behsa rola Kurdistanê ya di warê parastina bihevre jiyana kemenetewên olî û etnîkî kirin û di vê çarçoveyê de Kurdistan weke wargehekî aram û bextewer bo kementewên olî û etnîkî wesif kirin.

Olmend û kesayetiyên Ermenî herwiha eşkere kirin ku Kurdistan di warê parastin û hevkarî kirina kementewên olî û etnîkî yên ku ji ber gefên teror û terorîstan warên xwe bicîh hêştine kariye nimûneyeke gelek baş ya însanî pêşkêşî cîhanê bike û Kurdistan ew y ek îsbat kiriye warê yekane ya bihevre jiyana kemenetewên olî û etnîkî li Rojhilata Navîn deye.

Top