• Tuesday, 17 February 2026
logo

Pêşmerge 3 zarokên ereb ji mirnê rizgar kirin

Gulan Media April 27, 2015 Nûçe
Pêşmerge 3 zarokên ereb ji mirnê rizgar kirin
Hêzên fermandeya pêşmergeyên Zêrevanî 3 zarokên birîndar ku topa DAIŞê li mala wan ketibû, ji mirinê rizgar kirin û ew rakirin nexweşxaneyê.

Berpirsê Ragihandina Fermandeya Zêrevanî, Muqedem Dilşad Mewlûd ji Rûdawê re ragihand: “Duhî danê êvarî çekdarên DAIŞê gundê Keskê yê ser bi eniya Zûmar topbaran kirin û di encamê de malbateke ereb xaniyê wan bi ser wan de ket û 2 keç û kurekî 4 salî birîndar bûn.”

Muqedem Dilşad Mewlûd wiha got: “Pêşmergeyên tabûra 2 ya Zêrevanî bi hewara wê male ve çûn û birîndarên wan rakirin nexweşxaneya Zûmarê û li wir hatin dermankirin.”

Berpirsê Ragihandina Fermandeya Zêrevanî wiha domand: “Mervê wan birîndaran gellekî spasiya Pêşmergeyên Zêrevanî kirin û tekez kirin ku Hêzên Zêrevanî diyar kirin ku bi bê cudahî parastina welatiyan û xelkên navçeyê dikin.”

Rudaw
Top