Operasyonên azadkirina Mûsilê destpêdikin
Ferdandarê Operasyonên Azadkirina Neynewayê, Necim Ebdulla Cibûrî di peyamekê de daxwaz ji welatiyên Mûsilê kir ku “Di van rojan de hişyar û agehdar bin û dûrî pêgeh û binkeyên DAIŞê bibin.”
Necim Cibûrî diyar kir jî ku, dê nêzîk “Hêzên Ezmanî yên Iraqê, Firokeyên Artêşa Iraqê û firokeyên hevpeymanan” dest bi operasyonên li dijî pêgehên DAIŞ li Mûsilê bikin.
Navborî aşkere dike jî ku, dê ew operasyon bo awayek berdewam bin “daku karînin DAIŞê qels bikin” heta ku bi serkêşiya hêzên bejayî derbasî bajêr bibin.
Cibûrî di destpêka vê mehê de ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî wek Fermandarê Operasyonên Azadkirina Neynewayê hatibû diyarkirin.
Roja 9-10ê Hezîrana sala 2014an, çekdarên DAIŞê bajarê Mûsilê girtin, niha jî amadekarî ji bo destpêkirina operasyona azadkirina wî bajarî tên kirin.
Basnews
