• Tuesday, 17 February 2026
logo

DAIŞ`ê 50 efser û serbaz li Felûce gulebaran kirin

Gulan Media April 26, 2015 Nûçe
DAIŞ`ê 50 efser û serbaz li Felûce gulebaran kirin
Rêxistina terorîst ya DAIŞ`ê 50 efser û serbazên Artêşa Îraq`ê li navenda Felûce gulebaran kirin.

Endamê Encumena Parêzgeha Enbarê Mezher Hesen ragihand ku, îro danê nîvro Rêxistina terorîst ya DAIŞ`ê li taxa Nezal ya li navenda Felûce`yê gulebaran kirin ku, beriya niha li deverên Nazim El Sirsar ya li Bakurê Rumadî desteserkiribûn.

Her weha Rêxistina terorîst ya DAIŞ`ê li bargeha Artêşa Îraq`ê li devera El Nazim dest girtin bi ser 18 otombêlên serbazî ku 3 ji wan tanker bûn.

Eve di demekê de ye ku, Rêxistina terorîst ya DAIŞ`ê `ê ji sala 2014`an ve parêzgeha Enbarê kontrol kiriye û girîngtirîn bajarên ku kontrol kiriye Rewat , Enne , Hît û Felûce ye.

Xendan
Top