Amara qurbaniyên erdheja Nêpalê gehişte 1900 kesî
Çavkaniyên Wezareta Navxwe ya Nêpalê serê sibeha îro, 26ê Nîsanê, ragihandin ku hejmara qurbaniya erdheja duh gehiştyie hezar û 900 kesî û hejmara birîndaran jî gehişte 5 hezar kesî, herwiha 700 terim ji bin xirbeyên paytexta wî welatî Katmando hatin derxistin.
Li gor desthilatdarên Nêpalê, hê hejmareke zêde ji welatiyan di bin xirbeyan de asê mane.
Ji aliyek din ve Çînê tîmeke hawarhatinê ji 62 kesan şande Nîpalê, Hindistanê jî çend firokeyên helgirên alîkariyên mirovî û pizîşkî şandin wî welatî.
Ji encama wê erdhejê, ku hêza wê 7.8 pile li ser pîvana rîxter bû, hejmareke zêde ji mal, avahî û şûnwarên Nîpalê wêran bûn.
Ajansa Hawarhatinê ya Amerîkî USID ragihand ku ew dê tîmeke rûbirûbûna karseatan bişîne Nîpalê û milyon dolar jî ji bo peydakirina bêdiviyên kesê zeremend xerç kiriye.
Ev erdhej jî, xirabtirîn erdhej bû ku ji sala 1934an ve li Nîpalê pêk tê.
Basnews
