Serok Barzanî li gel kesayetî û mamostayên olî yên parêzgeha Dihokê civiya
Li kombûnê da, Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyan kir û têda spasî qehremanî û xweragiriya xelkê Kurdistanê û cangoriya Pêşmergeyê Kurdistanê kir, ku li vê şerê zalimane bi xelkê Kurdistanê girtiye, dijminan şikest da û wiha kirin ku êrîşên li ser Kurdistanê nemînin. Serokê Herêma Kurdistanê spasiya xelkê bi kedkarê parêzgeha Dihok û devera wê kir, bi sedema şer û hatina koçberan erkêkî giran ketiye ser milê runiştvanên bajar û gelek bi lêborînî û hesta nîştimanî û mirov dostiyane ve, milê xwe dane ber wê karê giran û zêdetirîn rêjeya koçberan himbêz kiriye û hevkariya Pêşmerge kirine.
Li beşekî dinê gotara xwe da Serok Barzanî behsa sedema êrîşa Da'îşê ya ser axa Kurdistanê kir û balkişand li ser wê yekê ku êrîşa terorîstan ya ser Kurdistanê ji bo rêgirtinê bû li hengavên Kurdistanê ya berev pêşketin û serbixweyî yê û her wiha ji ber ewe bû ku li rêya serbaziyê ve navçeyên maddeya sed û çil ji Kurdistanê veqetînin û rastiyek ferz bikin û nehêlîn ev navçe vegerine ser îdareya Herêma Kurdistanê. Ji bo wê yekê wan wê êrîşa dirindane destpêkir. Lê belê dijmin pêşbîniya ewe nedikir cîhan bi hanaya gelê Kurdistanê ve bê û Pêşmerge jî wê qehremaniyê nîşan bide.
Serok Barzanî silav ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdistanê bi giştî û şehîdên şerê berengarbûna Da'îş re şand û hêviya başbûneke lezgînî ji bo birîndaran xwest û ragihand me qehremaneke zêde ji destda, ew hemû serketin jî bi xwîn û cangoriya wan şehîdan hatiye tomar kirin ku canê xwe goriya mayîn û parêzgarî kirina li ax û xelkê Kurdistanê kirine. Serokê Herêma Kurdistanê ragihand dinya bi çaveke rêz û hûrmetê ve temaşa azayetî û xweragirî û berxwedana Pêşmerge dike.
Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî behsa rewşa navçeyê kir û got: Em li navçeyek da dijîn ku berdewam hereşe li ser ax û mîlleta me heye. Ji bo wê yekê pêwîste herdem bihêz û amadebîn ji bo bergirî kirina li xwe û rûbirûbuna her hereşeyek.
Di derbarê bi hebûna hêza derveyê yasa û saziyên Herêmê jî Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku rê nadin ji derveyê Wezareta Pêşmerge da tu hêzek bê dirust kirin.
Serok Barzanî behsa paşaroja navçeyên Kurdistaniyên azadkirî kir û got: Tenê xelkê wan navçeyan dikarin biryarê li çarenûs û paşaroja xwe bidin û di derbarê bi rapirsiyê jî Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku divê hemû aliyek rêz li îradeya xelkê Kurdistanê bigrin, nabê hinek kesên din li şûna xelkê Kurdistanê biryarê bidin. Eve jî bi bîr anî ku Parlemena Kurdistanê biryara referandumê daye, eve proseyeke berdewame û tu rûdaw û guhertinek rêgir nabê û wê pirsê paşbixe.
Li dawiya kombûnê jî da, amadebûyan di derbarê kêşe û kêmasî û şerê Da'îş de têbînî û pêşniyazên xwe xistin rû û Serok Barzanî jî bi girîngiyê ve guh li wan girt û bersîva wan da. Her wiha li bersîva mamostayekî olî ku bi dengê bilind got: Divê Kurdistan dewleta xwe ya serbixwe hebê û ez xwe bi xulamê Pêşmerge dizanim. Serok Barzanî jî got: Ew melayê ku xwe bi xulamê Pêşmerge bizanê ez jî xwe bi xulamê wî melayî dizanim.
