Pêşmerge beşdarî azadkirina Mûsilê dibin
Wî fermandarê Pêşmerge, ku nexwestiye navê wî aşkere bibe, îro 25ê Nîsanê, ji BasNewsê re ragihand ku “Di Adara îsal de bêhtir ji 70 efserên Pêşmerge bi awayekî nihênî çûbûn Ukrayna, ji bo wergirtina perwerdeya taybet bi şerê kolanan û bikar anîna hejmarek ji çekên curbicur.”
Bi got wî fermandarî, xula perwerdekirina Pêşmergeyan li Ukrayna 25 rojan dirêj kiribû “mebest jê jî beşdarîkirina Pêşmerge di şerê azadkirina Mûsilê de ye.”
“Perwerde jî taybet bû bi şerê kolan bi kolan, xweparastin ji mayînan, bikarnîna çend curên Doşke yên fransî, pûçkirina mayînên çandî û bikaranîn çendîn teknîkên şerkirinê, ku ji bo Pêşmergeyan tiştek nû bû.”
Roja 9-10 Hezîrana sala 2014an Mûsil ket destê çekdarên rêxitsina Dewleta Isamî ya radîkal (DAIŞ) de, niha jî amadekarî ji bo destpêkirina proseya azadkirina wî bajarî tên kirin.
Niha jî gotûbêj di navbera Bexda û Hewlêrê de hene, ji bo başdarîkirina Pêşmereyên Kurdistanê di azadkirina Mûsilê de, lê heta niha Herêma Kurdistanê biryara xwe ya fermî di vê derbarê de ranegihandiye.
Basnews
