• Tuesday, 17 February 2026
logo

Asayişê êrişî merasîma Salvegera Rojnamegeriya Kurdî kir

Gulan Media April 25, 2015 Nûçe
Asayişê êrişî merasîma Salvegera Rojnamegeriya Kurdî kir
Hêzên asayişa ser bi Kantona Efrînê, êrişî merasîma 117emîn Salvegera Rojnamegeriya Kurdî kirin û bi zorê xelk belav kirin.

Ew merasîma li bajarokê Meydankê hatibû lidarxistin. Piştî destpêkirina rêwresmê hêzên ser bi aşatiya Kantona Efrînê ku ji aliyê PYDê û hevpeymanên wê ve tê birêvebirin, êriş kirin ser merasîmê.

Merasîma ku bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir, bi stran, dîmenên folklora kurdî û axaftnên cuda berdewam bû.

Çekdarên asayişê dest bi teqekirinê li ser amadebûyan kirin, lê merasîm her berdewam kir. Piştî wê yekê çend kes ji rêveberên rêwresmê hatin girtin û di bin guvaşa xelkê de hatin azadkirin.

Asayişa Kantona Efrînê dibêje, ji ber ew merasîm bê wergirtina destûrê hatiye lidarxistin, wan rê lê girtiye, lê PDK-Sê û partiyên din yên di nav Encumena Niştimanî ya Kurd (ENKS) de îtîrafê bi kantonan nakin û ji ber wê jî destûra lidarxistina çalakiyan ji wan nastînin.

Berpirsê ofîsa Hewlêrê ya PDK-Sê, Saîd Omer ji Rûdawê re ragihand: “Êrişkirina ser xelkê û wê merasîmê bi awayekî gelekî neşaristanî bû.”

Saîd Omer wiha got: “Kurd li her cihekî bi helkefta Roja Rojnamegeriya Kurdî çalakiyan li dar dixin û rojeke niştimanî ye û ti têkiliya wê bi ti ecindeyeke siyasî û derve tine ye.”

Wî berpirsê PDK-Sê bal kişand ku ev ne cara yekê ye ku bi gotina wî, asayişa PYDê êrişî ser çalakiyên partiya wan dike û rêgiriyê li wan dike, ku çend caran jî êrişî avahiyên wan li Efrînê kiriye û girtine.

Bi baweriya Saîd Omer, dibe ku planek li dijî PDK-Sê hebe.

Rudaw
Top