Rexneyên ‘Kurd - Kurdistanê’ li HDPê tên kirin
HDPê di karnameya xwe ya ji bohilbijartinên 7ê Hezîranê de ji bo “Tirkiyebûnê” çend proje pêşniyar kir. HDPê ji bo derbarê jinan, xortan, zarokan, pîran, xwendekaran hevzayend û karkeran projeyên şênber amadekir.
Herwiha di karnameya HDPê de dixwazin elewiyan jî cih girtiye.
Di beşa derbarê polîtikayên derve ya karnameyê de hat gotin ku ewê ji bo serxwebûna Filîstinê, çareserkirina pirsgirêka Başûrê Qibris û bidawikirina şerê li Sûriyê hewl bidin.
Hinek siyasetmedar û nivîskarên kurd di mijara “Di karnameya HDPê de hemû mijar hene, lê kurd û Kurdistan nîne” de wekî hev difikirin.
Fehmî Demîr (Serokê Giştî yê HAK-PARê):
Weke hemû gelan heqê kurdan e jî çarenivîsa xwe diyar bikin. Li herêmê tenê dewleta kurdan nîne. Li Tirkiyeyê ti partiyên tirk herwiha HDPê jî di nava wan de mafê kurdan nabînin ku derbarê çarenivîsa xwe de biryara xwe bidin. HDP partiyeke tirk e. Mafê dewletbûnê dide filîstiniyan û eleqederê pirsgirêkên Kubayê dibe lê pirsgirêkên kurdan di aqilê wan de derbas nabe.
Mustafa Ozçelik (Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê / PAK)
HDP xwe wek partiyekê “Tirkiyeyê” dide nasîn. Lê di gotin û kiryarên xwe de ne tenê wek partiyekê Tirkiyeyê, di heman demê de wek partiyek iraqî, îranî, sûrî jî helwesta xwe dide nîşandan. HDPê li dewletên ku pirsgirêkên wan bi kurd û Kurdistanê re hene, ne di penceraya berjewendiyên kurdan de li mijarê dinêre. Li gorî berjewendiyên wan welatan li mijarê dinêre. Em wekî kurdistaniyan van helwestên wan rast nabînin sedem çi jî be. Em çareseriyekê ku mafî nede kurdan ew bi xwe çarenivîsa xwe diyar bikin, nasnakin û ew nabe çareseriya me jî.
Sertaç Bucak (Serokê Giştî yê Platforma Demokratên Kurd / PDK)
Partiyeke siyasî di karnameya xwe ya bo hilbijartinan de dikare behsa hemû pirsgirêkên cîhanê bike. Lê daxwaza Herêma Kurdistanê ya serxwebûnê ku li hemû cîhanê bûye rojev û li ber çavên wan e û ew xwe ne dît û ne bihîsandî dikin. Ev yek jî dide xuyandin ku bandora kurdan di nava HDPê de çi qas e.
Dibe ku li Tirkiyeyê mirov ji bo dengê xwe zêde bike hin hewldanan bike lê xwe ji esasiyên xwe dûr bixe, dê loma jê were kirin. Ti pirsirêkên HDPê yên serxwebûna Kurdistanê nînin.
Sinan Çiftyurek (Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Sosyalîzm / OSP)
Ji ber ku HDP xwe wek partiyekê Tirkiyeyê dibîne, jixwe di karnameya xwe de behsa pirsgirêkên Kurdistanê nake. Pirsirêka kurdî wekî pirsgirêke Tirkiyeyê ya jirêzê dibîne. Ji ber ku HDP xwe wek partiyekê Tirkiyeyê dibîne, Îsraîlê wek dagirker dinirxîne û mafê dewletbûne dide Filîstinê. Lê ne behsa serxwebûna Herêma Kurdistanê dikin ne jî behsa ststuyek ji bo Rojavayê Kurdistanê dike.
Sidkî Zîlan (Endamê damezrandina Hareketa Azadî)
Tê zanîn HDPê hem di ramanên xwe hem jî siyaseta xwe de di bin bandora PKK de ye. PKK hem ji ber pêvajoya çareseriyê hem jî ji ber ku îdeolojiya wê hatiye guhertin behsa sexwebûna Kurdistanê nake.
Başûrê Kurdistanê ber bi serxwebûne ve diçe û ji ber ku bandora Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li herêmê zêde ye û pêwendiyên wê ligel Tirkiye û Amerîkayê heye ev yek PKK dixe nav fikaran de. Amerîka û hevalbendên wê rêza serxwebûnê ya yekemîn dane Başûrê Kurdistanê û piştre jî Rojavayê Kurdistanê. Niha li Tirkiye û Îranê serxwebûna kurdan dûr e.
Îbrahim Guçlu (Nivîskar)
Di karnameya HDPê de zelal behsa Filîstin, Azerbaycan, Karabag, Başûrê Qibris û Ermenistanê tê kirin. Ji bo Filîstinê serxwebûnê dixwazin. Mafê hemû gelan heye ku rêveberiya xwe bike û biryara çarenivîsa xwe bidin. Ji ber vê yekê mafê dewletbûna Filîstinê jî heye. Mafê kurdan jî heye bibin dewlet. Heger HDP berjewendiyên kurdan biparêze divê beriya mafê dewletbûna Filîstinê, mafê kurdan a dewletbûnê biparêze. Lê vê yeke nake.
PKK/HDP dewletbûna Başûrê Kurdistanê weke “Îsraîla duyem” û neteweyiya seretayî dinirxe. Ji ber vê yekê jî di karnameya xwe de behsa serxwebûna Başûrê Kurdistanê nake.”
Îrfan Burulday (Nivîskar)
Ji derveyê Kurdistanê şansê HDP hema nîne serbikeve. Lê dîsa jî HDPê di karnameya xwe de qet behsa pirsgirêkên kurdan ên neteweyî nekiriye. Siyaseta HDPê ya Tirkiyebûnê û entegrasyonê ji daxwazin dengderên wê dûr e. HDPê xwe wek partiyekê Tirkiyeyê dide nasîn. Bêguman demokratîkbûna Tirkiyeyê girîng e.
Lê ew tenê berevajiyê têkoşîna Neteweyî ya Kurdistanê ye. Bêguman parastina mafê dewletbûna Filîstinê jî girîng e, lê ji bo kurdan ew maf neyê parastin, ew ne rewşek exlaqî ye.
Fuad Onen (Nivîskar)
HDP di karnameya xwe de dibêje dema dewletbûna Neteweyî boriye. Ji bo neteweyên din ne lê dema ji bo Kurdan behsa dewletbûne tê kirin wiha dibêjin: Ew karê Amerîkaya emperyalîst û Îsraîlê ye. Heger hûn ji min bipirsî yekî ku bibêje ez demokrat im divê beriya serxwebûna Filîstinê behsa sexwebûna Kurdistanê bike.
Dewlata tirkan dagirkerê Kurdistanê ye. Kesên ku demokat divê yekemîn li dijî vê yekê derbikevin. Çareseriya kurdan serxwebûna Kurdistanê ye. Em neteweyek in û welatek me heye. ji encamê vê yekê jî divê ev netew li ser axa xwe desthilatdar be. Wateya vê jî dewletbûne. Divê parastina Serxwebûna Kurdistanê bibe alfabeya (elîfbaya) siyaseta kurdî.
HDP ji ber ku partiyeke Tirkiyeyê ye em ji hêvî nakin siyasta Kurdistanê biparêze, lê heger bibêje ez partiyeke demokrat im divê hurmetê ji serxwebûna Kurdistanê re bigire.
Bedel Boselî (Nivîskar)
Di destpêka sedsala 20emîn de fersendeya serxwebûnê ket di destê Kurdan de. Lê kurd bi siyaseta “biratiya îslamê” hatin xapandin û kurd bê dewlet hiştin. Ji ber bê dewletbûnê kurdan, dewleta Tirkiyeyê tenê li Kurdistanê 2 milyon mirov û ji wan jî herî kêm 600 hezar kurd in, kuşt. Yanî niha şûna 40 milyon nifûsa kurdan hebûya 20 milyon hene û piraniya wan jî asimîlê bûne.
Helwesta HDPê ya li dijî dewletbûna Kurdistanê ne taktîk e, ew projeya wê ya rastî ye. Ji ber ku li Başûrê Kurdistanê fersendeya serxwebûnê heye lê KCKê li dijî dewletbûnê derdikeve û kantonan yanî bêdewletbûnê li ser wan ferz dike.
Rudaw
