• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Stenbolê Nêçîrvan Barzanî beşdarîyê di sedsaliya şerê Çanakalayê de dike

Gulan Media April 25, 2015 Nûçe
Li Stenbolê Nêçîrvan Barzanî beşdarîyê di sedsaliya şerê Çanakalayê de dike
Bi nûneratiya Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û bi vexwandineke fermî ya welatê Tirkiyeyê, duh roja îniyê 24.04.2015ê li bajarê Stenbolê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê û şandeya pê re , beşdarî di merasima yadkirina sedsaliya şerê Çanakalayê de kir.

Di vê merasimê de; Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkiyeyê, Ehmed Dawuduglo serokwezîrê Tirkiyeyê û hijmareke berpirsên balayên wî welatî , serok û şandeyên fermiyên 60 welatên cîhanê û çendîn kesatiyên navdar amade bûn.

Cenga Çanakalayê di 23ê nîsana sala 1915ê de li ser dema Cenga Cîhaniya Yekem de di navbera sopayê dewleta Osmanî û hêzên hevpeymanan li Çanakalayê qewimî û yandkirina vê bûyerê xwestek û xebata gelên deverê û cîhanê ye ji bo aşitiyê, pêkvejiyanê û rêgirtin li dubarebûna cengên karesatîner.

Top