Erdoxan: Em amade ne arşîvên derbarê Ermeniya vekin
Erdoxan got Yekîtiya Ewropa şîretan li Turkiye dike ku arşîvên xwe veke got: Ez niha dixwazim ku car din xitabî YEyê bikim. ,şîretan li me dike ku em arşîvên Turkiye vekin,ez ji vir bersivê didim; ey YE, min 12 salan serokwezîrî kir. Ez ev nêzî salekê ye jî ku serokomar im, ez li her civîna navneteweyî ya ku ez diçimê û her civîna li welatê xwe dibêjim: Em amade ne ku arşîvên xwe vekin, ez her dem dibêjim ku nêzî milyonekî belge û agahî hene , eger di arşîvên Ermenistanê de hebin bila ew jî vekin, eger li welatên sêyemîn hebin bila ew jî vekin.
"Em bawer dikin ku ecdadê me zilm nekiriye. Niha li welatê me dora 80 hezarî Ermenî hene, nîvê van welatiyê me ne, nîvê din jî ji ber xîzaniyê ji Ermenistanê reviyane û hatine welate me, niha li welatê me dijîn û mêvanên me ne. 40 hezarî wan welatiyê me ne.
Diasporaya Ermeniya bila ji 40 hezar welatiyên me bipirse 'Gelo li Turkiyê li we zilmê dikin yan na?' Em bi hev re dijîn.
Me di heyama serokwezîriya min de Dêra Ortodoksan a Ermeniyan bi pereyê xezîneyê bi xwe da çêkirin, her sal welatiyên me yên Ermenî û Ermeniyên ku ji çar aliyên cîhanê tên wir îbadetên xwe dikin, her tişt eşkere ye, hewce nake ku em bitirsin, ji ber xwe ve tiştên gelekî basît derdixînin û hêrîşî welat û gelê me dikin, ev yek tiştên niyetpak nînin, ne pêkan e ku em van pesend bikin, me tu êşên ku qewimîne tune nehesibandiye û di heman demê de em pesend nakin û êşên qewimîne jî bidin ber hev, em çawa ku ji bo 4 Milyon Misilmanên ku dema ji Balqanan, Qafkasyayê û herêmên din yên hawîrdora me koçî Anadoluê dikirin mirin, xemgîn dibin di heman demê de ji bo Ermeniyên ku mirin jî ew qas xemgîn in.
Xendan
