• Tuesday, 17 February 2026
logo

şêwirmendê “Xelîfeyê DAIŞê” hat kuştin

Gulan Media April 24, 2015 Nûçe
şêwirmendê “Xelîfeyê DAIŞê” hat kuştin

Komek xortên çekdar li Mûsilê êrîşî baregehek DAIŞê kirin û di encamp de şêwermendê Elbexdadî hate kuştin.

Berpirsê liqê 14 yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê “Ismet Receb” ji BasNews re ragihand: “duh 23 Nîsanê komek xortên çekdar êrîşî baregehek DAIŞê di nava bajarê Mûsilê de kirin û baregeha wan wêran kirin û got jî: “DAIŞ bi temamî ketiye rewşa amadebaşiyê de, ji ber ku êrîş li ser baregehên wan zêdebûne”

Herwiha got jî: “di vê êrîşê de “Wesam Ebû Teyib” yek ji emîrên mezinên DAIŞê, şêwermendê Ebû Bekir Bexdadî û yek ji efserên berê yên rêjîma Sedam Hisên hate kuştin û hemî kesên li gel wî bûn ber bi deverek ne diyar ve reviyan”

Ji aliyekî din ve eşkere kir ku: “Di heman rojê de Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî baregehên DAIŞê li navçeya Geyra bordûm kirin”

Top