• Tuesday, 17 February 2026
logo

PDK: Em dixwazin pêwendiyên me bi PKKê re baş bin

Gulan Media April 24, 2015 Nûçe
PDK: Em dixwazin pêwendiyên me bi PKKê re baş bin
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dibêje, em dixwazin pêwendiyên me ligel PKKê û tevahiya partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê normal û baş bin.

Piştî daxuyaniyên tund di navbera PDK û PKKê de li ser gotinên Rêveberê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Duran Kalkan ku gotibû, “Nabe Hewlêr hemû Kurdistanê hukim bike. Sîstema navendî bo Başûr nabe. Em vê sîstemê qebûl nakin, ji ber ku gellek zaraveyên cuda tê de hene.” Endamekî serkirdatiya PDKê dibêje: “Em dixwazin pêwendiyên li gel PKKê normal bin, ku li ser bingeha rêzgirtinê li rewatî û taybetmendiya parçeyên Kurdistanê be.”

Endamê Serkirdatiya PDKê û Berpirsê Pêwendiyên Kurdistanî yên wê partiyê, Ehmed Kanî ji Rûdawê re ragihand: “Siyaseta PDKê ew e, ku pêwendiyên me ligel hemû partiyan baş be, tev PKKê jî. Lê li ser parastina berjewendiya niştimanî û neteweyî li hemû perçeyên Kurdistanê, lê em li dijî destêwerdanê ne di karûbarê hev de.”

Rudaw
Top