• Tuesday, 17 February 2026
logo

Amerîka behsa siyaseta xwe li hember PKKê dike

Gulan Media April 24, 2015 Nûçe
Amerîka behsa siyaseta xwe li hember PKKê dike
Amerîka ragihand ku, siyaseta wan li hember Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) nehatiye guhertin û wek berê li wê partiyê dinerin. Herwiha dibêje, gellek çekên pêşketî ji Hêzên Pêşmerge re şandine.

Balyozê Amerîka li Iraqê, Stuart Jones îro ji rojnamevanan re axivî, ku peyamnêrê Rûdawê jî li wir bû û behsa nêrîna welatê xwe ji Hêzên Pêşmerge û şandina alîkariyên leşkerî bo Hewlêrê kir.

Derbarê helwesta welatê xwe li hember PKKê piştî beşdariya wê di şerê li dijî DAIŞê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, Stuart Jones ji peyamnêrê Rûdawê re wiha got: “Siyaseta me li hember PKKê nehatiye guhertin û wek berê em li wê partiyê dinerin. PKK ji aliyê Amerîka û Yekîtiya Ewropayê ve ketiye lîsteya terorê de.”

Herwiha derbarê nêrîna welatê wî ji Hêzên Pêşmerge, Jones wiha domand: “Em bi girîngî li Pêşmerge dinerin, ji ber vê jî emê li ser pêşkêşkirina alîkariyên leşkerî bo Hêzên Pêşmerge berdewam bin. Amerîka bêtir Pêşmerge bi çek kiriye, lê her tişt li ser ragihandinê nayê gotin.”

Derbarê alîkariyê welatê xwe yên ku dane Pêşmerge, Stuart Jones ragihand: “Me hinek tankên li dijî teqînan û çendîn çekên pêşketî dane Pêşmerge. Herwiha me 1000 rokêtên ser mil ji Hewlêrê re şandine.”

Balyozê Amerîka li Iraqê ragihand: “Kongreya amerîkî bêtirî milyarek û 600 milyon dolar bo biçekrina 9 tabûrên hêzên Iraqê diyar kiriye û di çend mehên bê de emê wan çekan bidin wan.”

Stuart Jones wiha got: “Di havîna bê de, emê balafirên F16 ji Bexdayê re bişînin.”

Jones red kir ku li Iraqê têkeliya welatê wî bi Îranê re hebe û wiha domand: “Pêwîst e Hêza Heşdul Şeibî di bin fermanderiya hêzên Iraqê de be.”

Balyozê Amerîka li Iraqê ragihand: “Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî heta niha bêtirî nîvê serkirdeyên DAIŞê kuştine û hevpeyman amade ne ku li ser operasyonên xwe berdewam bin.”

Rudaw
Top