• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel Mesîhiyên Dihuk û Neynewayê civiya

Gulan Media April 24, 2015 Nûçe
Serok Barzanî li gel Mesîhiyên Dihuk û Neynewayê civiya

Serokê Kurdistanê li gel welatiyên Mesîhî yên parêzgehên Dihuk û Neynewayê civiya.

Di çarçoveya civînên xwe yên bi pêkhateyên curbicur yên Kurdistanê re Duh Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî li gel hijmareke welatiyên Mesîhî yên Parêzgehên Dihuk û Neynewayê û hijmareke kesayetiyên olî yên Mesîhî re civiya.

Di civîn de Serok Barzanî peyvek pêşkêş kir û diyar kir ku agehdarê kelemên welatiyên Mesîhiye û herwiha jiber sebir kirina welatiyên Mesîhî jî spasiya xuşk û birayên Mesîhî kir.

Serok Barzanî got: DIŞI bi tenê êrîşî yek pêkhate nekiriye belku êrîşî tevahiya pêkhateyan û mirovatî, buha û nirxên medeniyet û mirovatî kiriye û dîrok kiriye armanca êrîşên xwe yên terorîstî.

Serok Barzanî got: Terorîst li benda vê yekê dabûn ku dikarin bi asanî Kurdistan dagîr bikin lê em bi gelê Kurd û hêzên pêşmerge serbilindin ku karîn bilez estûreya terorîstan bişkînin û xwena wan pûç bikin.

Di berdewamiya axaftinên xwe de Serok Barzanî behsa rewşa meydaniya eniyên şer kir û diyar kir ku niha karînên DIŞIê gelek lawaz bûne û rastî şikestê hatiye û paşve dikêşe û di çarçoveya bernameyeke berfire ya leşkerî de tevahiya deverên ku ketine destê terorîstan vê werin azadkirin.

Serok Barzanî welatiyên Mesîhî piştrast kir ku yek metre ji axa wan di destê terorîstan de namîne û herwiha daxwaz ji welatiyên Mesîhî kir ku hizra koç kirinê nekin jiber ku ew welat welatê wane û dîroka wan tê deye û lazime bihevre bimînin anjî bihevre dimirin anjî bihevre bi serbilindî dijîn.

Serok Barzanî eşkere kir ku gelek bi başî kêşe û arîşeyên welatên Mesîhî fêm dike û lazime sebira wan hebe û nabe em dev ji buha û nirxên xwe berdin û tenê yek tişt me kom kiriye ku ew jî biratî, bihevre jiyan û mirof dostiye û terorîst jî ew yek kirine amanc.

Serok Barzanî anî ziman ku metirsiya DIŞIê demkiye û niha hevkariya civaka cîhanî bo Kurdistanê gelek zêde bûye û lazime weke ezmûnek li wan karesatan binêrin ku bi ser deverê de hatine û lazime ew karesatên han bibin destpêka pêvajoyeke nû.

Serok Barzanî herwiha tekez li ser vê yekê kir ku hevkarî kirina penaberan erekê netewî û însanî ya gelê Kurde û çareseriya mayende bo kêşeyên penaberan jî ewe ku ev penaberên han bi serbilindî wergerin warên xwe û lazime gerentiya dûbare nebûna karesatên bi vê rengî jî behe û lazime welatiyên Mesîhî û pêkhateyên din bo xwe biryar li ser çarenûsa xwe bidin.

Di berdewamiya civîna han de welatiyên Mesîhî jî spasiya Serokê Kurdistanê kirin û herwiha spasiya rola hêzên pêşmerge jî kirin ku bi xwîna xwe deverên wan diparêzin.
Top