• Tuesday, 17 February 2026
logo

Zaniyariyên temam li sir Pêşmergeyê bi dîlî hat şehîd kirin belav dibin

Gulan Media April 23, 2015 Nûçe
Zaniyariyên temam li sir Pêşmergeyê bi dîlî hat şehîd kirin belav dibin
Di şeva derbasbûyî de çekdarên Rêxistina Dewleta Islamî (DAIŞ)ê vîdiyokey derbarê şehîd kirina Pêşmergeyê li cem wan dîlkirî bû belavkirin.

Pêşmerge di wê vîdoyê de berî ku şehîd bikeve got: “Ez xelkê nahiya Qoştepe me, ser bi parêzgeha Hewlêrê”

Li gorî zaniyariyên ku ji Supay 5 Zêrevanî bi dest me ketine, navê wî şehîdê Pêşmerge Ibrahîm Selahedîne, pileya wî Erîfe ji Supay 5 Zêrevaniye ser bi Wezareta Navxweya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ye, di nêviyê meha 8 sala 2014 de li parêzgeha Mûsilê bi dîlî ketibû destê çekdarên DAIŞê û şeva roja Pêncşemê 23.04.2015 hat şehîd kirin.

Ew çekdarê DAIŞê ku wî şehîd dike jî bi zimanê Kurdî daxife û diyar dibe ku yek ji xelkê başûrê Kurdistanê ye lê heta niha nehatiye naskirin bê ji kuye.

Basnews
Top