Barzanî li gel Kurdên Êzidî dicive
Îto 23 Nîsanê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel Kurdên Êzidî li sînorê Şingalê dicive.
Fermandarê Hêzên Pêşmergên Êzidî li ser çiyayê Şingalê “Qasim Semîr” ragihand: “Îro Serok Mesûd Barzanî li gel Êzidiyan wê bicive”
Derbarê ew kesên ku wê di civînê de amade bibin wî fermandarî got: “Civîn wê li gel xelk û kesayetiyên devra Şingalê bê kirin û taybete bi pirsa Şingal û şerê li dijî DAIŞê ye“
Duh Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî li gel her yek ji kesayetiyên Şebek û xelkên derdora Til Efer jî civiyabû û rewşa wan herêaman û şerê li dijî çekdarên Dewleta Islamî (DAIŞ)ê û rewşa wan deveran piştî rizgarkirinê gotûbêj kir.
Barzanî ji xelkê Şebek û derdora Tilefer ragihan ku, erke li xortên wan, parastina deverên xwe ji DAIŞê bikin û tekez kir ku çi kesê bixwaze di bin siya Wezareta Pêşmerge de şer bike em dê alîkariya wan bikin, lêbelê em ti hêzê ji dervî Wezareta Pêşmerge qebûl nakin, herwiha tekez jî kir ku armanca me ewe ku hûn bi serbilindayî li cî û warên xwe vegerin.
