Erdogan: Pêwîstî bi setratejiyeke girîng heye
Serokkomarê Tirkiye û Îraqê Civiyan.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Koşka Aksaray pêşwazî li Serokkomarê Iraqê, Fûad Mehsûm kir û piştî wê civînê konferanseke rojnamevaniyê lidar xistin û tê de bersiva rojnamevanan dan.
Serokkomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan ragihand ku, kiryarên terorîstên DIŞIê nayên qebûlkirin û lazime DIŞI ji Îraq û Sûriyayê û li tevahiya deverê de were ji navbirin û bo vê yekê jî pêdiviya me bi steratejiyeke girîng heye.
Erdogan di serî se behsa pêwendiyên di navbera Enqere û Bexdayê de kir û bi girîng da zanî, herwiha tekez kir ku, ewê berdewam bin li ser bihêzkirina wan pêwendiyan û dê li ser alîkariyên xwe bo Iraqê berdewam bin.
Derbarê pêwendiya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de, Erdogan wiha domand: “Peywendiyên me baş in. Bi taybetî di warê aborî de. Niha têkeliyên bazirganî di navbera me de dighêjin 11 milyar dolaran. Em dixwazin wê hejmarê bikin 20 milyar û em dikarin jî bikin, ji ber ku berê tenê 5 milyar bû.”
Ji aliyê xwe ve, Serokkomarê Iraqê, Fûad Mehsûm amaje bi wê yekê kir ku, “Tirkiyeyê ji aliyê leşkerî û mirovî ve gellekî alîkariya Iraqê kiriye. Hejmarek leşkerên Iraqê li Tirkiyeyl perwerdeya leşkerî dibînin.”
Fûad Mehsûm wiha got: “Em dixwazin pêwendiyên xwe ligel Enqere bihêztir bikin, ji ber ku di berjewendiya herdu aliyan de ye.”
