Gotûbêjên pêkanîna hêzeke erebî ya hevbeş destpêkirin
Biryare di vê civîna îro, 22ê Nîsanê, ku bi serpereştiya Sekretariya Giştî ya komkara erebî birêve diçe de tedbîrên cîbicîkarî û mîkanîzma kar û budceya pêwîst ji bo avakirina hêzeke erebî ya hevbeş were gotûbêjkirin, encam jî dê di çarçoveya 4 mehan de pêşkêşî serkirdeyên ereb bên kirin, bi rêya komîteyekê ku ji Misr, Kuwêt û Mexrib pêk tê, da ku ji aliyê Encûmena Bergirî ya Erebî ya Hevbeş ve were pesen kirin.
Biryara pêkanîna hêzeke erebî ya hevbeş di lutkeya Komkara Erebî ya li bajarê Şerim el-Şêx a Misrî de, ku di Adara borî de birêve çûbû, hatibû dayîn, Iraqê jî helwesta xwe ji vê biryarê ne anîbû ziman.
Biryare destpêkê civîneke vekirî ji bo dezgehên ragihandinê were li darxitsin û piştire di civîneke girtî de wê her welatek nêrîna xwe derbarê pêkanîna hêzeke hevbeş de diyar bike.
basnews
