• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hewlêr- Rojnamevan îro çil rojiya Ciwan Mîranî lidar dixin

Gulan Media April 22, 2015 Nûçe
Hewlêr- Rojnamevan îro çil rojiya Ciwan Mîranî lidar dixin
Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê-Sûriye îro çil rojiya neqîbê Sendîkayê Ciwan Mîranî li bajarê Hewlêrê lidar dixe.

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê-Sûriye ragihand ku îro 22ê Nîsanê seat 6ê êvarî, li bajarê Hewlêrê li Hola (Medya)yê, (30 metrî, beramberî Hotêla Zeytûne) çilrojiya neqîbê Sendîkaya xwe (Ciwan Mîranî) lidar dixin.

Wê sendîkayê ragihand: “Nemir Mîranî di demekê de koç kir, ku pêwîstiya sendîkayê bi karê wî hebû, ji bo pêşxistina sendîkayê û berevaniya di ber mafên rojnamevanan de.”

Di heman merasîmê de wê xelata rojnamegeriyê pêşkêşî rojnamevan û medyakar Dilbixwîn Dara bibe. Ev xelat bi navê (Xelata Ciwan Mîranî ya Rojnamegeriya Kurdî) ye.

Ciwan Mîranî, xelkê Rojavayê Kurdistanê ye û 13ê Adarê li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da û li Hewlêrê jî li goristana Kesnezan hat veşartin.

Ciwan Mîranî, sala 1971ê li bajarê Dêrikê yê ser bi Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bû û piştî Raperîna 1991ê derbasî Başûrê Kurdistanê bû.

Ciwan Mîranî destpêkê di rojnameya Newrozê de kar kir û bû endamê Desteya Nivîskarên Melbenda Dihokê ya Partiya Sosyalîst a Kurd (PASOK).

Mîranî piştî ku PASOK û Partiya Yekgirtina Kurdistanê bûn yek û tevlî PDKê bûn, di medyaya PDKê de karê xwe domand û heta roja ku jiyana xwe ji dest da jî endamê Desteya Nivîskarên kovara Sewt El-Axir bû.

Sendîkaya Rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê sala 2013ê hate avakirin û Ciwan Mîranî wek yekemîn neqîbê sendîkayê hate hilbijartin.

Rudaw
Top