Avakirina navçeya tampon li Sûriyê ket rojevê
Her du endamên Komarîxwaz John McCain û Lindsey Graham û her du Demokratîxwaz Rechard Durbin û Tim Kane di nameyekê de ji bo Serokê Amerîka Barack Obama nivîsî ne “Derbideriya mirovî ya mezin û kuştin û wêran şermeke ji cîhana pêşkeftî re û pêwîst e raweste.”
Ji encama krîza Sûriyê, ku 15ê Adara borî derbasî sala 5em bû, bêhtir ji 220 hezar kesî hatiye kuştin, ji bilî derbiderî û koçberiya milyonan kes.
Wan endamên Komarîxwaz û Demoktarîxwaz, daxwaz ji Obama kirin ku navçeyeke tampon a aram “bi pêwîstiyên wê” ava bike, di nav de jî parastina navçeya sînorî ji aliyê Tirkiyê ve.
Herwiha daxwaz ji Obama kirine ku, zanyariyên bêhtir derbarê kêmkirina serpêhatiya mirovî li Sûriyê pêşkêşî endamên Encûmena Pîran bike, di nav de hewlên avakirina navçeyên tampon ligel hevpeymanên Amerîka.
Ji alike din ve, her çar endamên Encûmena Pîran dilgiraniya xwe ji wê yekê anîn ziman ku, Amerîka hejmarek kêm ji koçberên Sûryê wergirtine.
Basnews
