• Tuesday, 17 February 2026
logo

Peyama hikûmetê ji bo mediyakarên Kurdistanê

Gulan Media April 22, 2015 Nûçe
Peyama hikûmetê ji bo mediyakarên Kurdistanê
Hikûmeta herêma Kurdistanê 117saliya rojnamevaniya kurdî li tev mediyakaran pîroz dike û hêviya serkeftin û pêşkeftinê jê re dixwaze.

Ev li jêr teksta daxuyaniyê:

117saliya derçûna yekemîn rojnameya kurdî û roja rojnamegeriya kurdî, gerimtirîn pîrozbahiya li tev mediyakarên Kurdistanê dikin û ji bona gihandina peyama niştimanî bi awayekî pîşeyî û rast, hêviya serkeftin û pêşkeftinê jê re dixwazin ku, ew dikarin di geşkirina warê civakî, siyasî û kultura civaka Kurdistanê de roleke giring bilîzin.
Cîyê şanaziyê ye ku, civaka Kurdistanê, bi cudahiya hizirûbîran ve, di atmosferekî azad de xwedî bi dehan saziyên mediyayê yên cihê ye. Hebûna azadiya hizirûbîran prensîpek sereke yê sîstema demokrasiyê ye di civakê de û divê ev azadî ji bona parastina destkeftiyan bê parastin.

Hikûmeta herêma Kurdistanê, çi bi rêya saziyên peywendîdar û çi bi rêya têkeliyên xwe digel Sandîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, tevî xizmetkirin û pêşkeşkirina hêsankariyan bo mediyakaran, hertim di xema parastin û dabînkirina wan mafên rewa ye ku, divê mediya weke desthilata çwarem xwedî be. Berfirehkirina azadiya hizirûbîran û azadiya mediyayê weke wezîfeyeke sereke di karnameya hikûmetê de ye û hêviya me jî ji mediyakarên Kurdistanê eve ku, di warê zêdetir mokomkirina bingehên demokrasiyê, mafên mirov, aşitiya civakî û arammiyê de, tevî rola giringa di warê hevkarîkirina hikûmetê di çavdêrîkirin û şopandina kar û pirojeyên hikûmetê de, bi awayekî rast û pîşeyî digel her rol û wezîfeyek niştimanî ku, di stuyê peyama mediyayî de ye weke mediyayeke niştimanî a xwedî bawerî, roleke mezin bilîzin.

Bilind û pîroz be roja rojnamegeriya kurdî û yada derçûna rojnameya ”Kurdistan” û yada xwediyê rojnameyê mamoste Miqdad Medhet Bedirxan.

Kurdistan jî her azad, aram, avadan û pêşkeftî be.

Civata wezîrên herêma Kurdistanê
21.04.2015
Top