• Tuesday, 17 February 2026
logo

HDP'ê beyannameya hilbijartinê ragihand

Gulan Media April 21, 2015 Nûçe
HDP'ê beyannameya hilbijartinê ragihand

Beyannameya Hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji aliyê Hevserokên Giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ve li Navenda Çandê ya Mûstafa Kemal bi civînekê hat aşkerakirin.

Di beyannameyê de çendîn sernav hatin destnîşankirin ji wan çend sernavên giring weha hatiye:

"Ji bo dawî li wesayeta rêveberiya navendî ya li ser rêveberiyên herêmî, ji bo bicihanîna modelên xweseriyê yên pêwîstiya gelan pê heye û derfetên ji bo rêveberiyên herêmî, wê gavên pêwîst werin avêtin. Ji bo hemû gel tevlî pêvajoyên rêveberî û biryardayînê bibin, wê Xweseriya Demokratîk bicih bîne.

"Perwerdeya bi zimanê dayikê, wê weke mafekî bê dîtin ku her kes karibe weke mafekî cemaweriyê bibîne. Di hemû qonaxên perwerdeyê de tevî hînkirina zimanê fermî Tirkî, wê derfet were afirandin ku perwerdeya bi zimanê dayikê weke xizmeteke cemaweriyê bê dayîn."

HDP wê pêwîstiya bi 'Peymana civakî' ya nû ya li gorî rewşa piralî û pirengî ya Tirkiyeyê, li gorî pir nasnameyî, pir çandî, pir bawerî û pir zimanî, weke wezîfeyeke bingehîn a polîtîk deyne pêşiya xwe.

"HDP wê qebûl neke ku 'Sîstema Serokatiyê' ya li dij e, weke şertê bingehîn ê guhertina destûra bingehîn were pêşkêşkirin. HDP wê rê nede sîstema Serokatiyê."

"Qanûna Partiyên Siyasî wê were demokratîkkirin, sererastkirin werin kirin ku gel, hilbijêr û endam karibin yekser tevlî biryardayînê bibin. Endametiya li partiyan û derketina ji partiyan wê were hêsankirin.

Benda hilbijartinê wê were rakirin, wê rê were vekirin ku her partî li gorî rêjeya deng bi dest xistiye li Meclîsê bê temsîlkirin.

"Xweseriya Demokratîk modeleke ku derfetan diafirîne ji bo hemû gel bi cihêrengiya xwe re li gel hev bi awayekî azad û di nava yekîtiya ji dil de bijîn.

HDP wê sererastkirinên ku feraseta rêveberiyên herêmî yên demokratîk weke pîvan qebûl dike, bixe meriyetê, zemîna rêveberiyeke demokratîk a Tirkiyeyê ku derfetê dide rêveberiya xwe bi xwe ya hemû gelan ava bike.

HDP wê di rêveberiyê de ne navendîparêziyê, demokrasiya herêmî esas bigire, ji bo tevahiya Tirkiyeyê modela rêveberiya li cih biparêze.

Xweseriya demokratîk di çareserkirina pirsgirêka Kurd, demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, pêkhatina aştiya civakî û di yekîtiya dilxwaz a bi hev re û azad a gelan de roleke girîng bilîze."

"Walî jî di nav de ji bo hemû rêveberên herêmî bi hilbijartinê dest bi kar bikin, wê sererastkirinên qanûnî û rêveberî bên kirin."

"Di bikaranîna çavkaniyên herêmî de wê erka rêveberiyên herêmî were zêdekirin."

Ji bo pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên demokrasiyê yên Tirkiyeyê destpê kiriye derbasî qonaxa muzakereyê bibe, hewldanên mezin tên dayîn.

HDP, 10 xalên di Lihevkirina Dolmabahçeyê de weke qonaxeke vê pêvajoyê hatin aşkerakirin,weke çarçoveya pîvanî ya çareseriyê qebûl dike."

"Girtiyên nexweş wê tavilê serbest werin bedan, ji bo li derve werin tedawîkirin wê raporên ji nexweşxaneyên xwedî derfetan wergirtî, têrê bike."

Ji bilî sûcê nefretê û sûcên li hemberî mirovahiyê, wê ti kes ji ber nêrîn û çalakiyên xwe yên polîtîk neyên sûcdarkirin, "sûcên polîtîk" ji kategoriya sûcan were derxistin.

"Girtîgehên zarok lê tên ragirtin, wê werin girtin. Ji bo zarokên tevlî sûc bûne wê navendên perwerde û destekkirinê werin vekirin. Girtîgeh wê ji kontrola sivîl re bê vekirin."

"Sîstema cerdevaniyê wê ji holê were rakirin û yên sûc kirine werin darizandin. Milkên ku van koman dest danîne ser wan, wê ji xwediyê wan re bên teslîmkirin û zerara ku van koman dane derdorê, wê werin tazmînkirin."

ANF
Top