Encamderê teqîna terorîstiya Hewlêrê hate girtin
Di ragihanekê de ku wêneyekê wê gehiste me, Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihandiye:´´ piştî lêkolîneke hûr û lidûvçûnên hêzên asayişê û hevkariya hevwelatiyan, şeva bihorî encamderê serekiyê teqîna roja 17/4/2015 a bajarokê Enkawe hate girtin.´´
Di beşeke din a evê ragihanê de hatiye:´´ Ew kirdara terorîstî ku bûye sedema şehîdbûna du hevwelatiyên Bakûrê Kurdistanê û birîndarbûna hejmarek hevwelatiyên din, bi egera otomobîleke bombekirî bûye ku li nêzîkî kafeteriyayekê hatibû parkkirin (rawestandin) û bi kontrola ji dûr ve hatibû teqandin.´´
Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê herwiha ragihandiye: ´´lêkolîn ji terorîstê desteserkirî berdewame û piştî rêkarên qanûnî, em dê hevwelatiyên xoşdivî ji hûrkariyên zêdetir derbarê ewê kirdara terorîstî agehdar bikin.´´
