• Tuesday, 17 February 2026
logo

Terorîstên DAIŞê 7 serokên hoza Cibûr revandin

Gulan Media April 21, 2015 Nûçe
Terorîstên DAIŞê 7 serokên hoza Cibûr revandin
Piştî têkçûna hevpeymanîtiya navbera çend hozên Ereb û rêkxistina terorîstiya DAIŞê, çekdarên DAIŞê 7 serokên hoza Cibûr revandin.


Berpirsê ragihandina liqa 14 a Partiya Demokrata Kurdistanê Seîd Memozînî di evê bareyê de ji PNA re ragihand, ku duh dûşembiyê çekdarên DAIŞê li navçeya ´´Hemam Elîl´´ 7 serokên hoza Cibûr a Ereban revandin û heta niha çarenivîsa wan xuya nake.

Memozînî tekez kir, ku revandina ewan her heft serokên hoza Cibûr, peywendî bi têkçûna peywndiya navbera ewê hozê ligel terorîstên DAIŞê heye ku pêştir hevpeymanê hevdu bûn.

Seîd Memûzînî herwiha amaje bi ewê yekê jî kir, ku ew her heft serok hoz ên ji neteweya Ereb, xelkê gundên sînorê Geyare ne û goya die wan demên dawî de li dijî rêkxistina terorîstiya DAIŞê qise kirine.

Top