Serok Barzanî pêşwaziya Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê kir
Li hevdîtinê de serkeftinên Pêşmerge û rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan li mîhwera Kerkuk hate nirxandin. Li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa navxweya Herêma Kurdistanê û peywendiya di navbera aliyên siyasî û pêwîstiya parastina yekrêziya di navbera hêzên siyasiyên Kurdistanê hate guftûgo kirin.
Her li vê hevdîtinê de tekez li wê yekê kirin ku pêwîste hemû aliyek li asta berpirsiyariya rewşa niha da bin ku paşarojeke bextewer ji bo gelê me bête mîsoger kirin.
