Hikûmetê çend biryarên giring di warê perwerde û xwendina bala de dan
Di civînê de rapora her du wezaretên perwerde û xwendina bala hatin xwandin û civînê gotûbêj li ser wan raporan kir.
Di warê xwandina bala de tekîd li ser wê yekê hat kirin ku, giringî bi pêdawîstiyên sereke yên hikûmetê û sektora taybet bê dan di dema amadekirina pilana xwendina bala ji bo diplom, master û diktorayê de, ji bona vê yekê jî biryar hat dan wezaret bên agadar kirin ku tev pêdawîstiyên xwe radestî civta perwerde û xwendina bala bikin û diyar bikin ka wan di çi war de pêwîstî bi şarezayî û pisporiyan heye.
Di civînê de behsa kalîteya zanîngehên herêma Kurtdistanê hat kirin û biryar hat dan ku rêzbendî ji bo zanîngehên herêma Kurdistanê di warê zanistî û kalîteyê de bê kirin ku, ev yek jî dê bibe hokarê rikeberiyê di navbera zanîngehan de.
Di warê wezareta perwerdeyê jî de, behsa kampaniyaya niştimaniya avakirina xwendingehan hat kirin û biryar hat den ku, ji bonma avakirina xwendigehan pirojeyek bê amade kirin. herwesa beha konferensa perwerdeyê ku, biryare di meha bê de li Hewlêrê bê saz kirin û mijarên di konferensê de bên pêşkeşkirin, hatin gotûbîj kirin.
Civînê tekîd li ser wê yekê kir ku, pêwîste li deverên kurdistaniyên derveyî îdareya herêma Kurdistanê xwendina bi kurdî zêdetir bibe û wezareta perwerdeyê di vî warî de alîkarî û hevkariyê bike. herwesa civînê biryar da giringî bi wan xwendingehan bê dan ku xwendin tê de bi zimanê îngilîzî ye.
Weke tê zanîn civata perwerde û xwendina bala ji; Nêçîrvan Barzanî, Qubad Talebanî, wezîrê xwendina bala, wezîrê perwerdeyê, wezîrê êkonomî û wezîrê pilandanên pêk tê û li gor biryara civata wezîrên herêma Kurdistanê di 19.10.2014ê de hatiye pêkanîn û aramnc jê amadekirina pilan û stratejiya perwerde û xwendina bala ye li herêma Kurdistanê.
