• Tuesday, 17 February 2026
logo

PKKê bersiva PDKê da

Gulan Media April 20, 2015 Nûçe
PKKê bersiva PDKê da
Havserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bersiva berdevkê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dide û dibêje, PKK û PDK ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve ji hev cuda ne.

Piştî ku Endamê Konseya Rêveber a KCKê, Dûran Kalkan roja çarşema borî bi tundî rexne li sîstema siyasî ya Başûrê Kurdistanê girt û got: “Nabe Hewlêrê hemû Kurdistanê bike. Sistema navendî bo Başûr nabe. Em vê sîstemê qebûn nakin, ji ber ku gellek zaraveyên cuda tê de hene. Divê êzîdî xwedî rêveberiyeke cuda bin. Polîtburoya PDKê bi tundî bersiva Kalkan da û got ew gotin destêwerdan e di karê Herêma Kurdistanê de û hewlek e bo parçekirina neteweya kurd, lewma nab ekes li hember wî bêdeng bimîne.”

Havserokatiya Konseya Rêveber a KCKê îro daxuyaniyeke belav kir û tê de bersiva Polîtburoya PDKê da û got ew rexneya PDKê bi wî awayî li Dûran Kalkan kir, ne rast e ji ber ku ev 40 sal e ku Kalkan li nav PKKê ye.

KCKê da zanîn ku, daxuyaniya ne zelal bû û ew xwe naxin nav vê milmilaniyê.

Havserokatiya KCKê wiha domand: “Wek çawa PDKê li gellek mijaran de nêrîna wê ne wek ya tevgera me ye, tevgera me jî xwedî nêrînên cuda ye di gellek siyaset û pêşniyarên çareseriyê de.”

Herwiha dibêje, bersivdan jî tiştekî rewa ye, lê bi rêya bikaranîna hinek gotinan dixwazin şerê navxwe dirust bikin. “Bi rastî em ji vê yekê matmayî dimînin.”

KCKê di peyama xwe de dibêje, “Teora modernîteya demokratîk a Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di çarçoveya vê teoriyê de li hemû bûyeran dinêhire. Lewma zîhniyeta netewe-dewlet û şêweyên bicihanîna wê rexne dike. Neteweya Kurd herî zêde ji vî zîhniyetî zerar dît. Di heman demê de çavkaniya hemû pirsgirêkên îro yên li Rojhilata Navîn, ev feraseta netewe-dewlet e.”

Havserokatiya KCKê wiha domand: “Tevgera me, ji bo civata me ya êzîdî ku xwedî baweriyeke cuda ye û mîrateyeke mirovahî û dîroka me ye, dixwaze d nava demokrasiya Kurdistanê de xwedî rêveberiyeke cehwerî be û di wê baweriyê de ye ku ev yek wê yekîtiya neteweyî xurt bike.”

KCKê daxuyaniya xwe wiha qedand: “Em bang li hemû aliyên siyasî dikin ku di nava zîhniyet û nêzîkatiyeke demokratîk de têkiliyên siyasî xurt bikin û bêhtir bi xwînsarî tevbigerin.”

Rudaw
Top