Li Efxanistanê teqîn û 33 kuştî
Li herêma Nangarhar ya Efxanistanê duh 18/4/2015 êrişeke xwekujî hate encamdanê û têde 33 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetir li 100 kesî jî birîndar bûne.
Birêvebirê tenduristiyê ya herêma Nangaharê Necîbullah Kamawal destnîşan kir ku 33 cenaze gihêştine nexweşxaneyên li hêrêmê û zêdetir li 100 kesî jî birîndar bûne.
Berpirsê hêzên ewlekariyê yê herêma Nangarharê Fazel Ehmed Şerzad jî ragihandiye ku êriş bi motorsîkletê li ciyê bazarê êrîşa xwekujiyê hatiye kirin.
Xendan
