• Tuesday, 17 February 2026
logo

Wezareta Prastinê: 100 DAIŞî hatin kuştin

Gulan Media April 19, 2015 Nûçe
Wezareta Prastinê: 100 DAIŞî hatin kuştin
Wezareta Parastina Iraqê raihand di encama oeprasyona li parêzgeha Enbarê de ji zêdetirî 100 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û herwiha 16 wesayîtên ku doçka li ser, hatin têkbirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastina Iraqê, hêzên girêdayî Fermandariya Operasyona Bexdayê û balefirên hevpeymaniya navdewletî li bajarokê Germeyê êrişê navendên DAIŞê kirin û di encamê de herî kêm 100 çekdar kuştin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di çaçoveya operasyonên de 16 wesayîtên ku doçka li ser û 159 mayînên hatin vedan, hatin têkbirin.

Ji aliyê din ve ji şeva borî ve balafirên hevpeymaniya navdewletî 15 êrişên asmanî li herêma Baxdadî, Germe, Mûsil û Becî pêkanîn.

Rudaw
Top