Berpirsekî PDK: Partiya Beis car din xwe rêdixe
Berpirsê navçeya Celelwlayê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Amir Rifaat di daxuyaniyekê de îro, 19ê Nîsanê, ji BasNewsê re ragihand ku, DAIŞ dixwaze ji sînorê parêzgeha Diyale bikeve tevgerê û “karîna wan beramber Hêzên Pêşmerge nemaye.”
Amir Rifaat diyar dike ku, ji ber ku DAIŞê bide xuyakirin ku ew li navçeyê heye û şikstina xwe ya hemberî Pêşmerge veşêre, 80 çekdarên wê hatin û çûnê dikin û di navbera gundê Xelawî û Nide teqeyê de teqeyê li Seidiye û Kubaşî dikin û got: “Çekdar dixwazin êrîşê bikine ser Seidiye û Celewlayê.”
Rifaat balkişande ser wê yekê jî ku, niha DAIŞê çekdarên xwe veguhestine Xelaw, lê ew berdewam hewil dide ku êrîşî Celewlayê bike û Beisiyên wê navçeyê jî alîgirên DAIŞê ne û sîxuriyê jê re dikin.
Wî berpirsê PDK wiha berdewam kir “Qaide û DAIŞê bi fermana Beisiyan tevdigerin û niha Beisî mijûlê rêxistina rêzên xwe ne û dixwazin piştî DAIŞê bikevin wan sînorên ku niha di dest DAIŞê de ne.”
Basnews
