• Tuesday, 17 February 2026
logo

Davutoglu êrişa li dijî HDPê şermezar kir

Gulan Media April 19, 2015 Nûçe
Davutoglu êrişa li dijî HDPê şermezar kir
Serokwezîrê Ahmet Davutoglu êrişa çekdarî ya li ser Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şermezar kir.

Ahmet Davutoglu li hesabê xwe yê Twîtterê de diyar kir ku ew êrişa çekdarî ya li ser Navenda Giştî ya HDPê şermezar dike, ji bo ku berpirsiyar bên girtin çi pêwîs be, tên kirin.

Davutoglu wiha got: "Eşkere ye ku ev êrişa jî wek êrişên din li dijî demokrasî û aramiya me ye. Ez bangî hemû partiyan dikim ku bila li ku derê dibe bila bibe li dijî êrişên tundiyê di heman tevgerê de bin."

Rudaw
Top