• Tuesday, 17 February 2026
logo

DAIŞê navê Kobanê kirin Ayn alîsalm

Gulan Media April 19, 2015 Nûçe
DAIŞê navê Kobanê kirin Ayn alîsalm
Hat ragihandin rêxistina DAIŞê navê bajarê Kobanî li ser “Nexşeya Google” weke “Ayn el-Îslam” guhert.

DAIŞê beriya niha jî ragihandibû ewê navê Kobanî bikin Ayn el – Îslam. Rêxistinê vê cara li ser malpera lêgerinê ya bi navê Googleyê navê bajêr guhert û kir Ayn el – Îslam.

Berdevkê Googleyê yê Swêdê Yuhanna Mossberg, derbarê guhertina navê Kobanî de got, haya wî jê wê guhertinê nîne û ewê derbarê wê yekê de lêkolînê bikin û guhertinên pêwîst bikin.

Ji aliyê din ve pirspor dibêjin, rêxistina DAIŞê teknolojiya înternetê bi kar tîne û dixwaze dîroka xwe binivîse.

Rudaw
Top