• Tuesday, 17 February 2026
logo

Çend malbatên kurdên êzdî ji dest DAIŞê rizgar bûn

Gulan Media April 18, 2015 Nûçe
Çend malbatên kurdên êzdî ji dest DAIŞê rizgar bûn
Çend malbatên din ên kurdên êzdî ji dest çekdarên DAIŞê hatin rizagrkirin, niha jî di bin parastina Pêşmergeyan de ne.

Berpirsê Liqa 17 ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Wehîd Bakozî îro, 18ê Nîsanê, taybet ji BasNewsê re ragihand ku, ew malbatên ku ji dest çekdarên rêxitsina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) hatine rizgar kirin 3 ne û ji 18 endaman pêk tên.

Wehîd Bakozî diyar kir ku, ew kurdên êzdî li devera Şingalê hatine rizagr kirin û hewlên azadkirina malbatên mayîn jî berdewamin.

Navborî balkişande ser wê yekê ku, karînên DAIŞê li Şingalê gelek qelis bûne û got: “Ji bo azadkirina Şingalê em li hêviya fermanê ne.”

Roja 3 yê Tebaxa sala 2014an, çekdarên DAIŞê Şingal dorpêç kiribûn û tawanên li dijî mirovahiyê li wê deverê pêkanîbûn, niha jî Pêşmerge çend taxên qeza Şingalê kontrolkirine û çaverêyî destpêkirina operasyona azadkirina Şingalê bi temamî ne.

Basnews
Top