• Tuesday, 17 February 2026
logo

Enqere piştgiriya xwe bo Hewlêrê diyar kir

Gulan Media April 18, 2015 Nûçe
Enqere piştgiriya xwe bo Hewlêrê diyar kir
Wezareta Derve ya Tirkiyeyê teqîna duhî li nahyeya Enkawa bi tundî şermezar dike.

Duhî teqînek li nêzîk konsulxaneya Amerîkayê li nahiyeya Enkawa ya ser bi Hewlêrê ve pêkhatibû û di encamê de 2 welatiyên sivîl şehîd bûn û 8ê din jî birîndar bûn.

Wezareta Derve ya Tirkiyeyê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku, di encama teqîna Hewlêrê de 2 welatiyên Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dane û pênc ji birîndaran bûne.

Wezareta Derve ya Tirkiyê jibilî şermezarkirina wê teqînê, destnîşan kir ku ew piştgiriya Hikûmeta Herêma kurdistanê di tekoşîna li dijî terorê de dike û sersaxî ji malbat û kesên jiyana xwe ji dest dane kir û selametî ji birîndaran re xwest.

Piştî teqînê 2 kurdên Bakurê Kurdistanê bi navê Sadettîn Şen û Bûlent Onen nema xuyakirin, lê îro diyar bû ku ew herdu kesên ku şehîd bûne, ew herdu kes in.

Sadettîn Şen û Bûlent Onen xelkê bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê bûn û li Başûrê Kurdistanê kar dikirin.

Rudaw
Top